Mesrûr Barzanî bi sanda leskerî ya Amerîkî re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 21ê Hezîranê pêşwazî li şandeke leşkerî ya Amerîkayê ya bi seroktiya Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê li Iraqê kir.
Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Amerîkayê li Iraqê bi boneya bidawîbûna erkê xwe, serdan Mesrûr Barzanî kiriye û di hevdîtinê de, guherîn û geşedanên dawî yên rewşa ewlehiyê ya Iraqê û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê û terorê bi giştî û girîngiya pêşvebirina hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê hatine gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî spaskirina piştevaniya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge, hêviya serkeftinê di erkên nû de ji Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Iraqê re xwest.
Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê li Iraqê pesnê rola pêşeng û hewldanên Serokwezîr Barzanî da, ji ber encamdana proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de û tekezî li wê yekê kir ku ev çaksazî, sedemên bihêz in ji bo berdewambûna hevkarî û piştgiriyên Hevpeymanan û bi taybetî yên Amerîkayê ji bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin