Mesrûr Barzanî bi sanda leskerî ya Brîtanî re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 15ê Hezîranê li paytext Hewlêrê pêşwazî li şandeke leşkerî ya Brîtanyayê ya bi serokatiya Şêwirmendê Berevaniya Brîtanyayê Mareşal Samî Sampson kir.
Di hevdîtina ku Konsula Giştî ya Brîtanyayê yê li Herêma Kurdistanê Rosy Cave amadehî kir de, li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal gotûbêj hat kirin û tekezî li ser girîngiya parastina mafên destûrî yên Herêmê û rêzgirtina li rêkeftinên navbera herdu aliyan hat kirin.
Di civînê de pêwîstiya encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat axaftin û herdu alî hevnêrîn bûn ku nabe êdî proseya hilbijartinan were paşxistin û divê îsal were encamdan.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkarî û hevahengiyan bo encamdan û serxistina proseya hilbijartinan amade ye.
Herwiha di hevdîtinê de, rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û bidawîanîna pêla dagirkirina zeviyên cotkarên Kurd ên li wan navçeyan, piştgirîkirina saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge jî hatin axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin