Mesrûr Barzanî bi sanda leskerî ya Hevpeymaniya Navdewletî re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi şanda hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevpeymanan ên li Iraq û Sûriyê General Kevin Copsey re civiya.
Di civînê de tekezî li girîngiya berdewamkirina rahênan û hevkarîkirina hêzên Pêşmerge ji bo rûbirûbûna gefên terorîstan hat kirin.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser ku terorîstên DAIŞê heta niha jî li çend deverên Iraqê, li ser nişteciyên wan deveran gefeke berdewam û cidî ne.
Herwiha di civînê de tekezî li ser girîngiya berdewamkirina hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê hat kirin, ji bo nehiştina gef û metirsiya komên terorîstên li wan deveran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin