Nêçîrvan Barzanî û sanda kongreya Amerîkî çend mijarên girîng gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li paytext Hewlêrê pêşwazî li şandeke kongreya Amerîkayê kir û di hevdîtinê de parastina serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê jî di nav de çend mijarên girîng hatin gotûbêj kirin.
Şanda Kongreya Amerîkayê ya bi serokatiya Senator Mark Takano, ligel Balyozê Amerîka li Iraqê Alina Romanowski ji Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, di civînê de geşedanên dawî yên siyasî û ewlehî li Iraqê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û çareserkirina pirsgirêkan hatin gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin her du aliyan tekezî li ser piştgiriya hikûmeta nû ya Iraqê û parastina serwerî û aramiya sînorê Iraqê kirin û bal kişandin ser wê yekê ku zemînek ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye avakirin.
Nêçîrvan Barzanî bi navê herêma Kurdistanê spasiya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî kir ku piştgirî dide proseya çaksaziyê ya nav wezareta Pêşmerge.
Şanda Amerîkî di hevdîtinê de rola pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û ragihand ku Amerîka giringiyê dide pêwendiyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û rêveberiya Washingtonê jî Hewlêr û Bexdayê wek hevkarên stratejîk di şerê li dijî DAIŞê de dibîne.
Herwiha mijarên weke proseya çaksazî û rêkxistina Wezareta Pêşmerge û pêwîstiya bilezkirina vê proseyê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, girîngiya pêkvejiyan û yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanê jî di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin