Nêçîrvan Barzanî bi sanda Amerîkî re civiya: Kurdistan amade ye...
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li paytext Hewlêrê pêşwazî li şana Amerîkî ya bi seroktiya Şêwirmendê Serkirdeyê Komariyan di Encûmena Senatan de Robert Kerîm kir.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de, teqez kir ku Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkariya bo aramiya Iraqê amade ye û ragihand, rewşa Iraqê û xwepêşandan û rûdanên li Bexda û parêzgehên din ên welat, bandora xwe li ser Herêma Kurdistanê dike û got, pêwîstiya Iraq û Kurdistanê bi hevkariya Amerîka û civaka navdewletî heye.
Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû kêşeyên xwe yên ligel Hikûmeta Iraqa Federal bi rêya diyalogê û hevtêgihiştina li ser bingeha destûra Iraqê çareser bike.
Di civînê de ku Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matteo Toler jî amade bû û herdu aliyan pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê û çawaniya muamelekirina ligel pêşhatên wê guftûgo kirin û tekezî li ser pêwîstiya Iraqê bi aramiya siyasî û emnî û têgihiştina dirust ya ji daxwazên rewa yên xwepêşanderan re û xwedûrgirtina ji tundutîjiyê kir.
Di civînê de, rewş û pêşhatên navçeyê bi giştî û metirsiya serhildana terorê û çawaniya rûbirûbûna wê, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û çend pirsên din jî hatin axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin