Nêçîrvan Barzanî bi sanda Amerîkî ya bi seroktiya Victoria Noland re civiya

20 December 2023 18:48 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi sanda  Amerîkî ya bi seroktiya Victoria Noland re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi şanda bilind a Amerîkî ku ji Cîgira Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Nuland, Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowskî, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê Mark Straw û hejmarek dîplomatan pêk dihat re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, derbarê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Victoria Nulandê de, ragihand ku pêwendiyên Amerîkayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û rewşa siyasî û ewlehiyê ya li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Hate diyarkirin, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa navxweya Herêma Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin û her du aliyan girîngiya parastina asayişa şandên dîplomatîk û hêzên Amerîka û hevpeymaniyê yên li Iraqê anîn ziman.

Herwiha her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku divê aliyên pêwendîdar ên Iraqê, tedbîrên pêwîst ji bo rawestandina êrîşên li dijî baregehên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî bistînin.

Li ser rewşa navxwe jî pêwîstiya têgihîştina aliyên siyasî bi taybetî ya YNK û PDKê li Herêma Kurdistanê û li ser asta Iraqê hate destnîşankirin.

Di civînê de, hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê û Kerkûkê, rewşa herêmê bi giştî, geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê, şerê li Xezeyê û hin pirsên din jî hatin axaftin.