Sanda Kurdistanê ya bi seroktiya Nêçîrvan Barzanî diçe Îranê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê dike.
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kuyistan Mihemed ji eşkere kir, şandeke bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê dike û wê beşdarî merasîma destbikarbûna Serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî bike.
Kuyistan Mihemed got ku ew û Wezîrê Rewşenbîrî û Lavan Mihemed Heme Seîd û Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî wek nûnerên partiyên beşdar di kabîneya nehem a Hikûemta Herêma Kurdistanê de di şanda Kurdistanê de cî digirin.
Hêjayî gotinê ye, Sibe Sêşemê 3ê Tebaxê, merasîma destbikarbûna serokomarê nû yê Îranê tê lidarxistin û Îbrahîm Reîsî posta serokamariyê ji Hesen Ruhanî werdigire û Reîsî roja Pêncşemê 5ê Tebaxê jî sonda yasayî dixwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin