Nêçîrvan Barzanî bi sanda hevpeymaniyê ya bi seroktiya General Richard Bell re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Tîrmehê pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê General Richard Bell û şandeke li gel wî kir.
Di civînê de pêşketinên dawî yên şerê terorê û gef û metirsiyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, alîkarî û hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê û erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê guftûgo kirin û nirxandina rewşê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de kir û balkişand li ser girîngiya rahênan û meşqpêkirina Pêşmerge ya ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve kir.
Ji aliyê xwe ve General Bell xweşhaliya xwe ji bo alîkarî û hemehangiya hêzên wan ya li gel aliyên peywendîdarên li Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û hemahengî û alîkariya di navbera Pêşmege û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna DAIŞê bi pêwîst zanî.
Her du alî li ser girîngî û pêwîstiya alîkarî û hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo nehiştina yek cariya DAIŞê û alîkarî û hevbeşiya bi navê dabînkirina aramiya li Iraq û navçeyê hevra bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin