Nêçîrvan Barzanî li gel sanda Hevpeymaniyê civiya

21 August 2023 10:05 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî li gel sanda Hevpeymaniyê civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şanda Hevpeymaniya Navdewletî behsa proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a leşkerî kir ku ji fermandarên giştî yên berê û yên nû yên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriye û Iraqê pêk dihat.

Nêçîrvan Barzanî spasiya fermandeyên Hevpeymaniya Navdewletî kir ku di şerê DAIŞê de alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê kirine. Ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriye û Iraqê, General Matthew McFarlane û ji fermandarê nû re di erkên xwe yên nû de serkeftin xwest.

Di civînê de qala proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de hat kirin, aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê astengiyên li pêşiya proseyê werin derbaskirin.

Di hevdîtinê de pêşhatên şerê li dijî DAIŞê, metirsiya DAIŞê li Iraq û Sûriyê û rola Hevpeymaniya Navdewletî di şerê li dijî wê rêxistinê de hatin gotûbêjkirin. Hevdeng bûn ku metirsiya DAIŞê berdewam e û divê Hevpeymaniya Navdewletî li ser piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be.