Nêçîrvan Barzanî bi sanda bilind a Çînê re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 13ê Sibatê, pêşwazî li şandeke Komara Millî ya Çînê ya bi serokatiya Alîkarê Wezîr li Fermangeha Peywendiyên Derve ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê Jui Rui û şanda ligel wî kir.
Balyozê Çînê li Bexdayê û berpirsên Konsulxaneya Giştî ya Çînê li Hewlêrê di civînê de amade kirin û peywendiyên Çînê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraqê û astengiyên li pêşiya wê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de her du aliyan bal kişandin ser wê yekê ku bi giringî ve li peywendiyên Çînê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêrin û daxwaza berfirehkirina hevkariyên di navbera her du welatan de, bi taybetî di warên bazirganî û çandî de nîşan dan. Her di vê çarçoveyê de behsa çalakiyên kompaniyên Çînî li Iraqê kirin.
Li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku pêkanîna sîstema federalî li Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê dibe sedema aramî û geşepêdana zêdetir di warê aborî da. Herwiha tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê kir ku Herêma Kurdistanê jî ji projeyên ku ji aliyê Çînê ve li Iraqê pêk tên, sûdmend be.
Herwiha peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û navçeyê, şerê dijî terorê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin