Sanda bilind a Iraqê serdanê Serok Barzanî kir: 'Divê niyetpakî û îradeyeke rastîn ji bo çareseriyê hebe'

09 September 2024 18:52 0 dîtin
Sanda bilind a Iraqê serdanê Serok Barzanî kir: 'Divê niyetpakî û îradeyeke rastîn ji bo çareseriyê hebe'

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Îlonê li Pîrmamê pêşwazî şanda Civata Wezarî ya Aborî ya Iraqê kir ku du roj in li Herêma Kurdistanê bi aliyên pêwendîdar re li ser çareserkirina kêşeyên aborî civînan pêk tînin.

Şanda Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê ji Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Serokê Civata Wezarî ya Aborî ya Iraqê Fuad Husên, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plandananê yê Iraqê Mihemed Elî Temîm, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî, Sikirtêrê Giştî yê Civata Wezîrên Îraqê Hemîd Neîm Xizîr, Parêzgerê Banka Navendî ya Iraqê Elî Muhsin Îsmaîl û hejmareke berpirsên din ên Hikûmeta Iraqê ji Wezaretên Derve, Plandanan, Darayî, Petrol, Bazirganî, Pîşesazî, Kanza, Çandin, Kar û Karûbarên Civakî û Sekreteriya Civata Wezîrên Iraqê û Banka Navendî ya Iraqê û Desteya Kaxezên Darayî ya Iraqê pêk hatibû.

Baregeha Barzanî piştî civînê ragihand, “Zêdebarî diyarkirina dilxweşiya xwe ji bo serdana wan ji bo Herêma Kurdistanê, şanda mêvan di wê hevdîtinê de rêz ji bo rolê dîrokî yê Serok Barzanî di avakirina Îraqa nû û xebata li dijî diktatoriyê de hebû, herwiha wê şandê armanca serdana xwe ji bo Herêma Kurdistanê û danûstandinên bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî ji Serok Barzanî re berçav kir.”

Şanda mêvan tekez kiriye ku çavpêkeftin û civînên wan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bimifa bûn û merema wan ew e ku, hemî alî di rewşeke pirî bawerî û lênêrîneke şefaf û avaker de bigehin hevfêmkirineke temam, pêxemetî çarekirina arêşeyan û nehiştina astengan.

Herwiha Şandeke Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di wê hevdîtinê de amade bû ku ji Wezîrê Navxwe, Wezîrê Darayî, Serokê Dîwana Civata Wezîran û hejmareke din ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda bilind a Hikûmeta Îraqê ya Federalî kir û hêvî xwast ku, wan serdan û hevdîtinan encamekî erênî ji bo hemî Îraq û Herêma Kurdistanê hebe.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî ronahî da ser dîroka xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê li sedsala bîstê û herwiha ji amadebûyîyên wê civînê re ragihand, ji piştî sala 2003yê ew pêşbînî hebû ku Iraqeke nû bê avakirin ku bibe mînaka pêkvejiyan û wekhevî û demokrasî û rengîniyê li deverê.

Serok Barzanî tekez kir, “Xebata gelê Kurdistanê ji bo çespandina wekhevî û mafên wê ye û nabe li şûna rêzgirtina li daxwaziyên gelê Kurdistanê û qerebûya Enfal û kîmyabaranan, bizav ji bo wê yekê bê kirin ku dozeke dîrokî û xebat û qurbanîdana bêhejmar a Kurdistanê di mijara mûçeyan de bê biçûkkirin an jî bizav ji bo têkdana Herêma Kurdistanê bê kirin.”

Serok Barzanî da zanîn, “Baştirîn rê ji bo nehiştina arîşeyan bikaranîna awayê hevfêmkirin û diyaloga navbera Hikûmeta Iraqê ya Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Serok Barzanî ji bo çarekirina arîşeyan destnîşan kir, “Hemû alî vegerin destûrî û tevî wê jî pabendî wê lihevkirina siyasî bibin a ku aliyên hevpeymaniya îdareya dewletê li ser li hev kiriye.”

Di beşeke din a civînê de, Serok Barzanî rêz ji bo rol û bizavên Serokwezîr Sûdanî ji bo nehiştina astengan û çareserkirina arîşeyan nîşan da û herwiha got, ji bo biserxistina proseya diyalogê û çareserkirina arîşeyan, tevî pabendbûna bi destûrê û lihevkirinên siyasî, divê niyetpakî û îradeyeke rastîn jî ji bo çareseriya arîşeyan hebe.