Serokwezîr Barzanî bi sanda bilind a Iraqê re kom bû
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şanda bilind a Iraqê re ku serdana Hewlêrê dike, kom bû.
Di civînê de Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Hûsên, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê karûbarên petrol û enerjiyê samir Gadban, Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Iraqê Falih Feyaz, Berpirsê Ofîsa Serokwezîrtiyê Cîhad el Haşimî ku şeva borî gihîştibûn Hewlêrê amadehiyê dikin.
Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qûbad Talabanî, Wezîrê Navxwe Rêber Ahmed û Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab jî bi Mesrûr Barzanî re di civîna ligel şanda Iraqê de ne.
Hat zanîn ku mijarên girîng ên navbera Hewlêr û Bexdayê di civînê de têne guftûgokirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî wergirtina erka serokwezîrtiyê yekem serdana xwe ya Bexdayê hefteya borî kiribû û tê çaverêkirin hemû pirsgirêkên navbera herdu aliyan di vê serdanê de werin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin