Nêçîrvan Barzanî bi sanda bilind a Hevpeymanîyê, YNKê û Pêsmerge re civiya

28 June 2022 18:55 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi sanda bilind a Hevpeymanîyê, YNKê û Pêsmerge re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 28ê Hezîranê pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê General John Brennan û şanda pê re kir ku Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Wezîrê Pêşmerge, Serok Erkanê Pêşmerge û hejmareke fermandar û piledarên Pêşmerge amade di civînê de amade bûn.

Hat ragihandin ku di civînê de, prosesa çaksaziyan di nav Wezareta Pêşmerge de û pêngavên dawî yên yekxistina hêza Pêşmerge û arîşeyên li pêşiya vê proseyê hatin behs kirin û pêşniyareke Amerîkiyan jî di vî warî de hate gotubêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê spasiya Amerîka û Hevpeymanan kir ji bo wê piştevanî û alîkariyên di dema şerê li dijî DAIŞê de û niha ji Herêma Kurdistanê re kirine û dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê ji şanda Hevpeymanan re tekez kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya proseya çaksaziyên di nav Wezareta Pêşmerge de û yekxistina hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê dikin.

General Brennan careke din tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka li ser piştevanî û alîkarîkirina hêzên Pêşmerge berdewam dibe heta ku di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de û di bin yek fermandariyê da bînin ser hev û bikin hêzeke niştimanî ya profesyonal ku bi hêz û îmkan be û bikaribe erkê xwe bi cih bike.

Herwiha pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê, pêwîstiya hevkarî û hevahengiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, berdewamiya piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê mijarên din yên civînê bûn.