Nêçîrvan Barzanî bi sanda Parlamentoya Almanya re civiya: Kurdistan li ser rêyeke rast diçe
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 8ê Hezîranê li paytext Hewlêrê pêşwazî li şandeke Parlamentoya Almanyayê kir ku ji parlamenter Qasim Tahîr Salih û Konsulê Giştî yê Almanya yê bi wekalet yê li Herêma Kurdistanê Max Lucks pêk hatibû.
Piştî hevdîtinê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, di hevdîtina navbera Serokê Herêma Kurdistanê û şanda Almanyayê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê, jîngeh û bandorên guherîna keşûhewayê û encamên wê bo ser Iraq û Herêma Kurdistanê, mijarên mafên mirovan, wekhevî, ciwan, azadiya ramanan hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji şanda mêvan re got: “Tevî kêmasî û têbîniya li ser azadiyan û parastina mafên jinan û wekheviyê, Herêma Kurdistanê li ser rêyeke rast diçe û ber bi siberojeke baştir di van pêngavên erênî yên di van waran de hatine avêtin, berdewam dibe.”
Hat diyarkirin ku şanda mêvan tekez kiriye, Almanya bi girîngî li dostanî û pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre û weke hevbeşeke girîng dibîne.
Şanda mêvan herwiha bal kişand ser girîngiya çanda pêkvejiyan û tebayî û lêborînê ya li nav pêkhateyên Herêma Kurdistanê û ev yek weke sîmayekî ciwan wesf kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin