Nêçîrvan Barzanî bi sandeke Parlamentoya Almanyayê re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeke Parlamentoya Almanyayê re civiya û di civînê de diyar kir, hêvî dike di demeke nêzîk de hikûmeta nû ya Iraqê were avakirin û li ser esasa destûrê pirsgirêkên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re çareser bike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê do bi daxuyaniyekê eşkere kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 26ê Cotmeha 2022yan pêşwaziya şandeke Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Almanyayê bi serokatiya Sara Nanî kir ku ji hejmarek endamên Parlamentoya Almanyayê pêk hatibû.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de da zanîn, di civînê de pêwendiyên Almanya yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê, dirêjkirina erkên hêzên Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de û metirsiya DAIŞê ya li ser herêmê hate gotûbêjkirin.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî ev serdana Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Almanyayê ya ji bo Hewlêrê weke piştevanî ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê bi nav kir û spasiya Parlamento, hikûmet û gelê Almanyayê kir ku erkên hêzên welatê xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj kirin. Herwiha ji bo alîkariyên leşkerî û mirovî ku di dema şerê dijî DAIŞê de pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiribûn, spasiya Almanyayê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, DAIŞ hîn jî metirsiyeke ciddî ye li ser aştî û aramiya Iraq, Sûriyê û navçeyê bi giştî û heta metirsiyê li ser asayişa Ewropayê jî dike. Herwiha hevkariyên di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bilind nirxand û bi pêwîst zanî ku wê hevahengiyê xurttir bikin.
Herî dawî di derbarê rewşa Iraqê de jî Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku hikûmeta nû di zûtirîn dem de bê damezrandin ku bersiva hêvî û daxwazên welatiyên Iraqê bide, aramî û seqamgîriyê dabîn bike û bikaribe kêşeyên digel Herêma Kurdistanê li gor destûrê çareser bike. Nêçîrvan Barzanî dakokî li wê yekê jî kiriye ku divê pêkhateyên Iraqê rêyekê bibînin ku bi hev re li Iraqê bijîn.
Şandeya Parlamentoya Almanyayê, ji aliyê xwe ve, pesnê pêşketinên Herêma Kurdistanê da û tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wan dê li ser piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam be, rola Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê da bilind nirxand û xwesteka welatê xwe ya ji bo berfirehkirina peywendiyan bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra nîşan dan.
Rewşa navxwe ya Kurdistanê, proseya yekxistina hêzên Pêşmerge, pêşhatên dawî yên şerê li Ukraynayê û bandora wî şerî li ser Ewrûpayê bi taybetî di warê enerjiyê de, metirsiyên guherîna av û hewayê û bandora wê li ser Iraqê çend mijarên din yên civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin