Nêçîrvan Barzanî pêswazî li sanda Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê kir

25 May 2022 19:20 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswazî li sanda Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 25ê Gulanê pêşwazî li şanda Parlamentoya Yekîtiya Ewropa (YE) ya bi Serokatiya Seroka Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya YE Nathalie Loiseau kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, di hevdîtinê de, şanda mêvan armanca serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê diyar ku ew hatine da ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa deverê bibin, ji ber ku seqamgîriya deverê ji bo Ewropayê gelekî girînge.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de şanda Yekîtiya Ewropayê rol, qurbanîdan û mêrxasiya Pêşmergeyên Kurdistanê di rûbirûbûna DAIŞê de bilind nirxand.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de, spasiya hevkarî û alîkariyên mirovî û leşkerî yên welatên Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de ji bo Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di şerê dijwar yê dijî DAIŞê de kir.

Nêçîrvan Barzanî, herwiha hevahengiya di navbera Pêşmerge û arteşa Iraqê li deverên madeya 140 ê ji bona rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê bilind nirxand û tekezî li ser berdewamiya wê hevahengiyê kir. Ji bo rûbirûbûna metirsî û gefên DAIŞê jî Serokê Herêma Kurdistanê pêdivîya hevkarî û alîkariyên Yekîtiya Ewropayê di warên siyasî, aborî, civakî û perwerdeyê de ji bo Iraq û bo Herêma Kurdistanê anî ziman.

Derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Nêçîrvan Barzanî bibîr xist ku divê hemû pirsgirêk li gor naveroka destûra Iraqê û bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî, ji şanda mêvan re bi kurtî behsa dîtin û helwestên Herêma Kurdistanê li ser rewşa herêmî bi giştî kir û got ku Herêma Kurdistanê dixwaze faktorê seqamgîrî û aramiya deverê be û arîşeyên herêmî bi rêya hevtêgihiştin û diyalogê bêne çareser kirin.

Herwiha prosesa siyasî li Iraqê, biryarên Dadgeha Federaliya Iraqê, hevkariya welatên Ewropayî yên ji bo ku prosesa siyasî ya Iraqê ji vê rewşa tê de xetimiye derbas bibe, karvedanên şerê Ukraynayê, zêdetir pêşxistina têkiliyên Yekîtiya Ewropayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsa mafên mirovî û hevsengiya zayendî û cênderî çend mijarên din yên civînê bûn.