Nêçîrvan Barzanî seroktiya civîna hêzên Pêsmerge û Hevpeymaniyê kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, seroktiya civîna di navbera şandeke bilind a Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û Wezareta Pêşmerge û saziyên ewlekarîya Herêma Kurdistanê kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Matthew McFarlane û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Irvin Hicks jî di civînê de amadehî kirin.
Di civînê de qala çaksaziya hêzên pêşmerge û proseya çaksaziyê hate kirin û qonaxên bicihkirina plana ku di çarçoveya rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de hatiye danîn, hatin nirxandin.
Herwiha behsa astengî û aloziyên proseya yekxistina hêzên Pêşmerge û rêkxistina nû ya wan di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hat kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de got, ew piştevaniya berdewam a hevpeymanan di her warî de ji bo Pêşmerge bilind dinirxînin û da zanîn, divê gavên ji bo rakirina astengiyên li pêşiya proseya yekgirtina Pêşmerge bên bilezkirin û di vê derbarê de ew ji bo her cure alîkarî û piştgîriyê amade ne.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê Matthew McFarlane jî eşkere kir ku ew di warên curbicur de piştgîrî û alîkariya Pêşmerge berdewam dikin.
McFarlane got ku ji bo Herêma Kurdistanê bibe xwediyê hêzeke niştimanî ya yekgirtî, gavên ji bo birêxistinkirina hêzên Pêşmerge di nava Wezareta Pêşmerge de avêtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin