Civîna Nêçîrvan Barzanî û Sandeya Îmraliyê ya DEMê dest pê kir

17 February 2025 13:13 0 dîtin
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Sandeya Îmraliyê ya DEMê dest pê kir

PeyamaKurd – Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê ya bi serokatiya Pervîn Buldan li Herêma Kurdistanê ye, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Hevdîtina ku dîmenên kurt jê hatin pêşkêşkirin, ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

Heyet duh jî bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîbû. 

Li gorî daxuyaniyê, hevdîtina Serok Barzanî û şandeya DEMê ya ya Îmraliyê nêzîkî saetek û 45 xulekan berdewam kiribû.

Di berdewamiya civînê de Ofîsa Serok Barzanî daxuyaniyek da û ragihand, “Pêvajoya aştiyê rêya herî baş e ji bo çareserkirina pirsgirêkan” û ew amade ne ku hemû alîkariyekê ji bo pêşketina pêvajoya li Tirkiyeyê bikin.

Tê çaverêkirin ku şande sibe biçe Silêmaniyê û li gel Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî jî bicive.