Nêçîrvan Barzanî: “Em tekeziyê li ser yekkirina hêzên Pêsmerge dikin di bin sîwana Wezareta Pêsmerge de”
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Silêmaniyê, beşdarî merasima derçûna dewreya 4em a Koleja Leşkerî ya Qelaçolan bû û di merasimê de got: “Ez kêfxweş im ku beşdarî merasima derçûna dewreya nû ya berevanên welat û beşeke girîng a Herêma Kurdistanê û Iraqê bûm.”
Barzanî got: “Îro rojeke taybet e bo Herêma Kurdistanê û Iraqê ku em berhema hewlên mezin ên derçû û mamostayan dibînin. Ez gelek kêfxweş im ku dibînim ku 769 ciwanên welatê me ji vê koleja jêhatî, bi zanist û dîsîplîna leşkerî derdiçin.”
Her wiha got: “Tiştê xweşbîn ew e ku 48 kes ji van derçûyan jin in û piştî 9 mehên xwendin û perwerdeyê bi pileya serbaziyê derçûn û ew ê xwîneke nû bidin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Daxwaza we ya tevlîbûna koleja leşkerî piştî qedandina zanîngehê nîşana wefadariya we û hesta kûr a berpirsiyariya neteweyî ye.”
Di berdewama gotara xwe de anî zimên, “We rêya dijwar hilbijart ku rêya xizmetkirina welat û parastina destkeft û nirxên bilind ên gelê me ye, ev jî destpêka qonaxeke girîng û pêwîst e di dîroka Pêşmerge û hêzên çekdar de. Di dirêjahiya dîroka têkoşîna gelê me de jinên kurd îsbat kiriye ku ew di avakirina welat û parastina xaka welat de hevparên sereke û bi bandor in.
“Pêşmerge ji roja damezrandina xwe ve her tim bûye mertalekî bihêz bo parastina Kurdistanê û destkeftên wê.”
Di heman gotara xwe de Nêçîrvan Barzanî bal bir ser dîroka avabûna hêzên Pêşmerge û wê rola wê ya ku bûye mertalekî bihêz bo parastina Kurdistanê û destkeftên wê û got: “Me li Herêma Kurdistanê baweriyeke kûr û bihêz heye ku Pêşmerge û hêzên me yên çekdar divê saziyeke serbixwe ya netewî û pîşeyî bin û ji her cure nakokiyên siyasî û hizbî yên pêkhateyên Kurdistanê dûr bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin