Sanda AK Partiyê serdana navenda HUDAPARê kir: Rojên bê em ê bigihîn asteke diyar!

13 March 2023 20:50 0 dîtin
Sanda AK Partiyê serdana navenda HUDAPARê kir: Rojên bê em ê bigihîn asteke diyar!

PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Zekerya Yapicioglu ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê piştevaniya partiya xwe bo Hevpeymaniya Cumhur û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, îro 13ê Adarê şandeke bilind a AKPê li Enqereyê serdana navenda HUDAPARê kir.

Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş û Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz li navenda HUDAPARê bi Serokê Giştî yê HUDAPARê Zekerya Yapicioglu re hevdîtin kirin.

Piştî hevdîtinê di civîneke rojnamevanî de Numan Kurtulmuş li ser beşdarbûna HUDAPARê di nav Tifaqa Cumhur de got: “Em ê hevdîtinên xwe dewam bikin. Rojên pêş em ê bigihîn asteke diyar û wê bi raya giştî re bê parvekirin. Armanc kombûna li dor avakirina Tirkiyeya bihêz a jinûve ye. Ligel wê jî Erdogan ji nû ve hilbijêrin û pê re jî partiyan bixin parlamentoyê.”

Zekerya Yapicioglu jî got: "Me berê piştevaniya xwe bo Birêz Erdogan ragihandibû. Me helwesa xwe eşkere kiribû. Di bihevre beşdarbûna hilbijartinan de ji hêla prensîban ve pirsgirêk nîne, lê hîn hurgilî zelal nebûne.”