Sanda PDKê serdana xwe ya partiyên siyasî didomîne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wê serdana gelek aliyên siyasî bike.
Şanda PDKê îro serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû) û Civata Dadweriya Kurdistanê kir. Piştî van serdanan tê çaverêkirin ku têkilî berdewam bikin.
Berpirsê Rewşenbîrî û Pêwendiyên PDKê Omer Bekir diyar kir, şanda wan wê serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan û Partiya Karker û Zehmetkêşan bikin.
Ji aliyê din ve hat zanîn, wê nûnerê PDKê Mehmûd Mihemed serokatiya şandê bike.
Şanda PDK û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştî demeke dirêj roja 28ê Sibatê li Silêmaniyê civînek li dar xist.
Di daxuyaniya hevpar a ku piştî hevdîtinê hat dayîn de peyama ku wê hevdîtin bidomin hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her du aliyan li ser rewşa giştî, pirsgirêkên navxweyî û herêmî yên der barê peymana ku berê li hev kiribûn de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin