Tirkiyê nehist sanda partiyên siyasî serdana karkerên rastî êrîsê hatibûn bikin
PeyamaKurd – Şandeke Tifaqa Kurdistanî û HDPê, wê îro serdana karkerên Kurd ên li rastî êrîşa nijadperestên Tirk hatibûn bikirana, lê dewleta Tirkî gundê karkeran xist kerentîneyê û rê neda şand derbasî gund bibe.
Gundê Kelekê, gundê karkerên Kurd e ku roja 4ê Îlonê li parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê, hejmarek nijadperestên Tirk êrîşî wan kiribûn e. Endamên şanda Tifaqa Kurdistanî, îro di saet 11:00an de ji bajarê Amedê ve ber bi gundê Kelekê yê ser bi Şemrexa Mêrdînê ve bi rê ketibûn. Lê ji ber dewleta Tirkî rê neda û gund xist kerentîneyê, ew nikarîbûn derbasî gund bibin.
Şand ji nûnerên Kongreya Civaka Demokratik (KCD), Partiya Herêmên Demkratik (DBP), Berdevka HDPê Ebru Gunay, Birîkara FraksIyona HDPê Meral Bêştaş, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftîyurek, Partiya Azadî, Partiya Insan û Azadî, Platforma Demokrata Kurd-Bakur, Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Komeleya Şoreşgerên Demokrat a Kurd, pêk tê.
Li aliyekê din, Parêzgariya Mêrdînê îro ragihand, gundê Kelekê bo dema 7 rojan hatiye kerentînekirin û çûn û hatin li wî gundî hatiye qedexekirin.
Parêzgariya Mêrdînê di derbarê sedema vê biryarê de jî ragihand, bi armanca pişkinînên Covid-19 ev biryar hatiye dan, ji ber ku li gor daxuyaniyê, “karkerên demsalî li wan navçeyan zêde ne û guh nadin tedbîrên xweparastina ji Koronayê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin