Sanda Hikûmeta Kurdistanê li Berlînê bi partiyên siyasî yên Alman re civiya

24 June 2022 17:00 0 dîtin
Sanda Hikûmeta Kurdistanê li Berlînê bi partiyên siyasî yên Alman re civiya

PeyamaKurd – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji bo civînên ligel alî û saziyên fermî û pêşxistina pêwendiyên navbera Hewlêr û Berlînê, serdana Almanyayê kir, ji bilî beşdarî panel û bernameyan bi partiyên siyasî yên Alman re hevdîtin pêk anîn.

Hat zanîn ku şanda Herêma Kurdistanê, ji Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher, Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzidiyan yê li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Siûd Misto, Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Partiya Demokrat a Kurdistanê Hoşyar Siweylî pêk tê.

Şanda Herêma Kurdistanê li Berlînê beşdarî panela; "Siberojeke aram ji bo pirrengiya olî ya li Iraqê, ji bo pêkanîna vê yekê çi pêwîst e?" bû.

Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher li ser serdana Berlînê got: “Geşta me serkeftîbû û me karî ligel nûnerên partiyên cuda cuda yên Almanyê bicivin.”

Ano Cewher da zanîn: “Me ligel Partiya Kesk, Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Demokrat a Mesîhî û Partiya Lîberal gotûbêj kir.”

Cewher diyar kir, di vê geştê de serdana Wezareta Derve ya Almanyayê kirine û ligel Berpirsê Deska Iraqê yê li Wezareta Derve ya Almanyayê civiyaye û herwiha serdana Wezareta Alîkariya Aborî û Geşepêdanê ya Almanyayê kiriye û ligel berpirsê projeyên Iraqê û Serokê Stafa Komîseriya Azadiya Olî civiyaye.