Sanda Kurdistanê li Berlînê bi Odeya Bazirganiya Almanya re civiya
PeyamaKurd - Parêzgariya Hewlêrê ragihand ku di çarçoveya karên Yekemîn Korbenda Almanya – Kurdistanê de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Jûra Bazirganiyê ya Almanyayê civiya.
Parêzgariya Hewlêrê îro 3yê Adarê ragihand, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Wezîrê Bazirganiyê Kemal Muslîm, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî, Cîgirê Parêzgarê Duhokê û hejmarek ji karsaz û Yekîtiya Veberhêneran û jûrên bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê pêk dihat, ji bo beşdarî Yekemîn Korbenda Almanya – Kurdistanê bibin, li Berlînê ne.
Parêzgariya Hewlêrê diyar kir, şanda Herêma Kurdistanê ligel Jûra Bazirganiyê ya Almanyayê civiya û di civînê de, li jêr raspardeyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û yasayên berkar ên veberhênanê û ji bo sûdwergirtina ji karkirina bihevre ya veberhênanê di warên çandinî, pîşesazî, geştûguzarî û avakirinê de, di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de gotûbêj hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di beşeke civînê de ronahî xistine ser bihêzkirina zêdetir a pêwendiyên navbera kompanî, veberhêner, karsaz û bazirganên herdu aliyan, li ser vê mijarê jî şanda Herêma Kurdistanê tekezî li pêşkêşkirina hemû hêsankariyan ji bo veberhênerên Almanyayê kirine, ku bixwazin karê veberhênanê li Herêma Kurdistanê pêk bînin.
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya Almanya – Kurdistanê projeya dostaniya Kurd û Almanyayê ye û bi hevbeşiya Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê û Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Navenda Diyasporaya Kurdistanê ya li Berlîna paytexta Almanyayê hat sazkirin. Armanca korbendê bihêztirkirina pêwendiyên navbera kompanî û veberhêner, karsaz û bazirganên herdu aliyan e.
Li gorî daxunayia Parêzgariya Hewlêrê, biryar e ev proje bibe adeteke salane ya di navbera Berlîn û Hewlêrê de û piştî Korbenda Yekemîn a Berlînê, Korbenda Yekemîn a Hewlêrê jî îsal were sazkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin