Sanda hikûmetê û partiyên siyasî li ser biryara ‘nedestûrî’ ya Dadgeha Federal civiyan

27 February 2022 20:34 0 dîtin
Sanda hikûmetê û partiyên siyasî li ser biryara ‘nedestûrî’ ya Dadgeha Federal civiyan

PeyamaKurd -  Fraksîyonên partiyên siyasî yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û şandeke Hikûmeta Kurdistanê îro Yekşemê li ser biryara neft û gazê ya Dadgeha Federalî ya Iraqê civiyan.

Piştî civînê Wezîra Hikûmeta Kurdistanê ya Karûbarên Parlementoya Kurdistanê Vala Ferîd ragihand, biryara dadgeha federalî ya Iraqê li ser neft û gaza Kurdistanê nedestûrî ye.

Vala Ferîd ji rojnamevanan re got, “Em wek hikûmetê dibêjin ku qanûna neft û gaza Kurdistanê ne li dijî Destûra Iraqê ye ji ber wê jî biryara dadgeha Iraqê nedestûrî ye.”

Vala Ferîd da zanîn, madeyên 10 - 11 û 12 yên Destûra Iraqê rê daye hikûmeta Kurdistanê da ku qanûna neft û gazê derxe û em niha bi hikûmeta Iraqê re di nav danûstandinan de ne li ser vê mijarê û wê gotûbêj berdewam bikin.