15 partiyên siyasî wekî îro biryara ‘Referandûma Serxwebûnê’ standin

07 June 2019 14:31 0 dîtin
15 partiyên siyasî wekî îro biryara ‘Referandûma Serxwebûnê’ standin

PeyamaKurd – Bi ser ‘Referandûma Serxwebûna Kurdistanê’ de ku 25ê Îlona 2017an encam da du sal derbas dibin.

Beriya wê roja dîrokî 7ê Hezîrana 2017an bi serpereştiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serok Mesûd Barzanî 15 partî û bizavên siyasî yên Kurdistanî civîyan û biryar wergirtin ku 25ê Îlona 2019an referandûma serxwebûnê bê lidarxistin.

Partiyên siyasî yên ku di civînê de beşdarî kirin û ew biryara dîrokî pesend kirin ev in:

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Bizava Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Şû'î ya Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Karker û Rencderên Kurdistanê, Partiya Çaksaziya Pêşketiya Kurdistanê, Lîsta Hewlêr ya Turkmenî, Eniya Turkmenî ya Iraqê, Partiya Geşepêdana Turkmenan, Lîsta Ermenan li Parlemena Kurdistanê, Bizava Demokrat a Aşûrî, Civata Gelê Kildanî Suryanî Aşûrî

Daxuyaniya encamnameya wê civîna dîrokî ku Serok Barzanî ragihandibû jî wiha bû:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,

Civîna roja 7 Hezîrana 2017 dîrokî û girîng bû. Destkefteka bi qîmet e bo gelê Kurdistanê û qurbanîdana şehîdan jî. Serbilindiyekî mezin e jî bo hemû wan aliyên ku beşdarî civînê bûn û biryareke dîrokî dan, da ku gelê Kurdistanê bikare bi rêya referandomê deng û vîna (îradeya) xwe bigihîne cîhaniyan. Spas bo Xwedayê mezin û Pêşmerge û xelkê serbilind yê Kurdistanê , spas ji bo wan aliyên ku bi hest û berpirsartiyê ve helwesteke niştimanî û dîrokî nîşan dan. Ez hêvîdar im ev pêngav bibe sebeba yekrêziya niştimanî û biratiyê di navbera aliyên siyasî de. Daxwaza gelê Kurdistanê ew e ku destkeftên xwe, ku mafekî rewa ye, bi rêka aşitî û dûr ji şer û tundiyê bi dest bîne. Ji ber wê jî em dixwazin baştirîn pêwendî û hevtêgihîştin di navbera me û Bexdayê, cîran û welatên deverê de hebin.

Nabe em ti carî vê yekê ji bîr bikin ku destkeft û serkeftinên me berhemên xwîna şehîdên me yên nemir in.

Hezar silav li ruhê pak yê şehîdên rêka azadiyê.