Sanda PDKê serdana Bexdayê dike: Vekisîna ji proseya siyasî li ser masê ye
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê şandeke Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana Bexdayê bike û naveroka daxuyaniya PDKê ya vekişîna ji hilbijartinan bi aliyên siyasî yên Bexdayê re gotûbêj bike.
Hate zanîn ku wê PDK peyama xwe ya dawî ya derbarê bicihkirina xalên destûrê û rêkeftinameya hevpeymaniyê ya rêvebirina dewleta Iraqê de, bigihîne aliyên Îraqî.
Ger aliyên Iraqê destûr û rêkeftinameya piştî hilbijartinên Iraqê hatiye danîn, bicih nekin jî PDK rijd e ku ji pêvajoya siyasî ya Iraqê xwe bi temamî vekişîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî civîna Polîtburoya PDKyê doh bi seroktiya Serok Mesûd Barzanî biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê yên dijî statuya Herêma Kurdistanê û hilweşandina kotaya pêkhateyên Kurdistanê hatibû bibîrxistin û hatibû gotin: “Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”
Îhtimala vekişîna PDKê ji proseya siyasî ya Iraqê tirseke mezin li ser aliyên siyasî yên Iraqê çêkiriye ku PDK hem li Kurdistanê hem jî li Iraqê xwedî hêzeke girîng û bandorker e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin