Sanda Kurdistanê car din serdana Bexdayê dike

26 July 2023 17:17 0 dîtin
Sanda Kurdistanê car din serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd -  Hate ragihandin ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi hikûmeta Iraqê re danûstandinan dike, dê ji bo gotûbêj û rêkeftina li ser pirsa budçe û mûçeyê car din biçe Bexdayê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro Çarşemê 26ê Tîrmehê da xuyakirin: “Di encama pêwendiya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Hikûmeta Iraq a Federal Mihemed Şiya Sûdanî de îro şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.”

Şanda hikûmeta Kurdistanê ku biryar bû hefteya borî serdana Bexdayê bike, serdana xwe bipaş xistibû û piştî pêwendiya Serokwezîr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Sûdanê car din biryar hate dayîn ku ji bo çareserkirina kêşeyên budçe û mûçeyê bi rayedarên hikûmeta federal re bicive.