Sanda danûstankar a Kurdistanê bo cîvînên dawî serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd – Bo civînên dawî bi berpirsên Iraqê re bên kirin, biryar e şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana paytexta Iraqê Bexdayê bike.
Li gor zanyariyan, şandeya danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê hefteya pêş de serdana Bexdayê bike.
Herwiha zanyarî didin zanîn, şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo civînên dawiyê li gel lijneya darayî li Parlamentoya Iraqê, derbarê beşa budçeya Herêma Kurdistanê li projeyasaya budçeya giştî ya Iraqê ya sala 2021ê serdana Bexdayê dike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye di çarçoveya destûr û rêkeftinên Hewlêr û Bexdayê de erken xwe bicîh bîne, lê aliyên Şîe yên Iraqê, berdewam astengiyê dixin pêş şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û rêkeftinên her du aliyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin