Sanda Kurdistanê roja Yeksemê ji bo rewsa dawî ya budçeyê diçe Bexdayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo berdewamiya civînên taybet bi dariştina binemayên stratejî yên budceya Iraqê ya salên 2021, 2022 û 2023yan, şanda Herêma Kurdistanê roja Yekşemê diçe Bexdayê.
Berdevkê Wezareta Plandananê ya Herêma Kurdistanê Zagros Fetah ji medya Kurdistanê re ragihand, roja Yekşema bê şanda Wezareta Plandanan û Wezareta Aboriyê diçin Bexdayê û civînan li ser dariştina stratejiya projebudçeya salên 2021 ta 2023yan dikin.
Civînên komîteya dariştina binemaya stratejî ya budçeya Iraqê ji bo salên 2021 heta 202yan, ji 31ê Tabaxa borî ve destpê kirine. Herêma Kurdistanê jî beşek ji wê plana aborî ye û nûnerên Herêma Kurdistanê di civînên wê de beşdar dibin.
Banka Navdewletî û sindoqa Nextîneya Navdewletî daxwaz ji Wezareta Darayî ya Iraqê kiriye, sîstema dariştina projeyasaya budceyê ya yeksalî wekî sîstema budçeya sêsalî biguherîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin