Mesrûr Barzanî û sanda Brîtanya rewsa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şanda leşkerî ya bilind a Brîtanya ya bi serokatiya Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Brîtanya li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Sir John Gordon Lorimer re civiya.
Di civînê de konsûlê giştî yê Brîtanyayê li herêma Kurdistanê James Thornton jî amadehî kir.
Serokwezîr Barzanî û şêwirmendê leşkerî yê Brîtanyayê, egera bandora bûyerên Rojavayê Kurdistanê li ser herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de, rewş û pêşhatên meydanî yên Iraq û Sûriyê hatin guftûgokirin û tekezî li wê yekê hat kirin, ku şer û tundûtûjî ne di berjewendiya ti aliyekî de ye û pêwîst e bi guftûgoyan pirsgirêk bêne çareserkirin.
Herwiha hat destnîşan kirin ku aloztirkirina zêdetir a rewşa navçeyê, encamên nerênî û nexwestî yên ewlehiyê û mirovî jê derdikevin.
Di civînê de herwiha guftûgo derbarê guhertinên Iraqê de jî hatin kirin û tekezî li çareserkirina bingehîn a pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê hat kirin, ji ber ku ew di berjewendiya hemû xelkê Iraqê de ye.
Şanda mêvan pesnê pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bo encamdana çaksaziyê di dam û dezgehên hikûmî de, bi taybetî jî di Wezareta Pêşmerge de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin