Mesrûr Barzanî û sandeke bilind a Brîtanyayê tekezî li aramkirina rewsa Iraqê dikin

15 January 2020 14:44 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û sandeke bilind a Brîtanyayê tekezî li aramkirina rewsa Iraqê dikin

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Brîtanî bi serokatiya Mezin Şêwirmendê leşkerî yê Wezareta Beravaniyê ya Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn General Sir John Lorimer kir.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey û Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton amade bûn, guhartinên dawî yên li Iraqed û herêmê hatin guftûgokirin.

Tekezî li aramkirina rewşa Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan bi riya diyalogê hate kirin.

Herwiha amaje bi wê hat dayîn ku şerê DAIŞê hîn bidawî nebûye û pêwîst e civaka navdewletî bi hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de berdewam be.