Mesrûr Barzanî bi sandeke bilind a Brîtanyayê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê pêşwazî li şandeke bilind a Brîtaniyayê ya bi serokatîya Şêwirmendê Leşkerî yê Bilind ê Brîtanya bo Karûbarên Rojhilata Navîn Marşal Sammy Sampson kir.
Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtaniya li Iraqê Stephen Hickey jî amade bû, guftûgo derbarê guhertinên vê dawîyê yên Iraqê û deverê û xurtkirina pêwendiyên di navbera Brîtaniya û Herêma Kurdistanê de hat kirin.
Şanda Birîtanî pabendbûna Brîtanya û Hevpeymaniya Navdewletî bi piştevanîkirina li hêzên Pêşmerge ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê, dubare kir.
Şandê tekezî li ser girîngiya aktîvkirina hemahengiya ewlekariyê ya di navbera artêşa Îraqê û Pêşmerge de bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin, da ku sînor û rê li ber gefên terorîstên DAIŞê were girtin.
Şanda Brîtanî çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li Wezareta Pêşmerge bilind nirxand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin