Serok Barzanî bi sandeke bilind a Brîtanyayê re civiya

08 November 2021 16:22 0 dîtin
Serok Barzanî bi sandeke bilind a Brîtanyayê re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 8ê Mijdarê pêşwazî li şêwirmendê herî payebilind ê wezareta berevaniya Brîtanya yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka û şandeya li gel wî ammy Sampson kir.

Serok Barzanî îro Duşemê li Selaheddîn pêşwazî li şêwirmendê herî payebilind ê wezareta berevaniya Brîtanya yê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîfa Sammy Sampson û şandeya li gel wî kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de konsolê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt jî amade bû.

Di civînê de, rewşa siyasî û ewlehiya Iraq û navçeyê û metirsiya terorê hate gotûbêj kirin û li ser pêşhateyên dawiyê yên siyasî yên Iraqê û bi taybet jî qonaxa piştî hilbijartinên encûmena nûnerên Iraqê hat axaftin

Şanda bilind a Brîtanyayê, piştevaniya welatê xwe ji bo çaksaziya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê teqez kir.