Sandeke bilind a Tevgera Sedir îro bi Serok Barzanî re dicive

30 July 2022 10:30 0 dîtin
Sandeke bilind a Tevgera Sedir îro bi Serok Barzanî re dicive

PeyamaKurd – Şandeke bilind a Tevgera Sedir îro serdana Hewlêrê dike û bi Serok Barzanî re dicive.

Li gorî zanyariyan, biryar e her du alî li ser pirsgirêkên Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû û xwepêşandan û hevpeymaniya navbera wan de gotûbêjan bikin.

Herwiha şanda Tevgera Sedir wê tevlî merasîma pêşwaziya vegerandina rufatên Enfala Barzaniyan jî bibe.

Endamê Desteya Giştî ya Tevgera Hîkme Dr. Ehmed Îsawî jî da zanîn, heta roja Duşemê, wê şanda Çarçoveya Hevahengiyê serdana PDK û YNKê bike û li ser pêkanîna hikûmetê gotûbêjan bikin.

Ehmed Îsawî eşkere kir, aliyên Çarçoveya Hevahengiyê teqezî li ser wê yekê dikin ku divê PDK û YNK berbijêrekî hevpar ê wan hebe ji posta serokkomariyê re û nabe bi du berbijêran biçin nava parlamantoyê.

Herî dawî Îsawî got, di civîna dawî de Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî bi zorê razî bûye Mihemed Şiya Sûdanî ji bo postê serokwezîriya Iraqê wek berbijêr were destnîşankirin.