Serok Barzanî pêswaziya sandeke Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 1.6.2021 bi şandeke Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir bi serokatiya Nesar Rubeyî re civiya.
Li gor zanyariyan, mijarên sereke yên civînê, pêwendiyên di navbera her du aliyan de û hilbijartinên dahatî yên Iraqê ne.
Tevgera Sedir di Firaksiyona Saîrûn a Encûmena Nûneran a Iraqê ye ku yek ji fraksiyonên mezin ên wê encûmenê ye û hewl dide di hilbijartinên bê de posta Serokwezîr misoger bike.
Herwiha li gor zanyariyan, biryar e şanda siyasî ya Tevgera Sedir ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û pişt re ligel Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê bicive.
Tê pêşbînîkirin ku ev şanda siyasî ya Tevgera Sedir, di hewla ku di pêşerojê de hevpeymaniyê ligel Kurdan bike de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin