Serok Barzanî pêswaziya sandeke Wezareta Derve ya Qeterê kir

25 May 2024 12:30 0 dîtin
Serok Barzanî pêswaziya sandeke Wezareta Derve ya Qeterê kir

PeyamaKurd – Di hevdîtina Serok Mesûd Barzanî ya li gel şanda Qeterê de, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên navbera Hewlêr û Dohayê di warên geştiyar, aborî û refahê de hat kirin.

Serok Barzanî îro 25.05.2024ê pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê Ehmed Bin Hesen El Hemed û Balyozê Qeterê li Iraqê Sultan Mubarek Kubêsî û Balyozê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê Huseyîn Elî Salih, şandek ji Wezareta Derve ya Qeterê kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, di hevdîtinê de, di derbarê rewşa siyasî ya navçeyê û metirsiyên li ser aramiya navçeyê de, nêrînên xwe danustandin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Serok Barzanî ragihandiye ku baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsgirêk, alozî û kêşeyan nêzîkbûna diyalogê û dûrketina ji şer û wêraniyê ye.

Herwiha hat gotin ku di civînê de tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Qeterê di warên geştyarî, aborî û refahê de hatiye kirin.

Roja Yekşemê 26.05.2024 (Sibe) vekirina fermî ya Balyozxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê ji bo pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Qeterê di hemû waran de girîng e.