Serok Barzanî bi sandeke bilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê re civiya

09 December 2020 21:29 0 dîtin
Serok Barzanî bi sandeke bilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Kanûnê li Selaheddîn pêşwazî li şandeke bilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê kir.

Di civîna Serok Mesûd Barzanî ya ligel şanda Amerîkî de, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê Karubarê Rojhilat David Schenker û Balyozê Amerîka yê li Iraqê Matthew Tueller û Konsolê Amerîka yê li Hewlêrê Robert Waller beşdarî kirin.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û pêşhatên dawî xistin ber behs û guftûgoyan û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karubarê Rojhilat palpiştiya welatê xwe ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê dûpat kir û herwiha tekezî jî li berdewambûna Amerîkayê ya li yarmetîdan û rahênana Pêşmerge ya di şerê terorê de kir.

Şanda mêvan piştgîriya Amerîkayê ya ji bo berdewambûna danustandinên di navbera Hewlêr û Bexda çareserkirina kêşeyan li çarçoweya destûrê de ragihand.
 
Pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de û hemahengiya di navbera wan de mijareke din a hevdîtinê bû.