Serok Barzanî bi sandeke bilind a siyasî ya Iraqê re civiya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî li şandeke pilebilind a Hêzên Guhartinê yên Demokrat ên Iraqê kir.
Hat ragihandin ku şande ji Sekreterê Partiya Komunîst a Iraqê Raîd Fehmî, Endamê Polîtburoya Partiya Komunîst Yasir Selîm, Serokê Şepêla Civakî Elî Refî’î, Serokê Tevgera Nazil Axiz Heqî Muşriq El-Firêcî, Serokê Pariya Mala Niştimanî Husên El- Xurabî, Serokê Partiya Mala Iraqî Mihyedîn Ensarî û Serokê Partiya Wehid Mûsa Rehmetulla pêk hatibû.
Piştî civînê hat eşkere kirin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê, astengiyên li pêşiya çalakiyên siyasî yên partiyan û rûbirûbûna qeyranên siyasî hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de tekezî li ser hevahengiya di navbera hêzên Guhartinê yên Demokrat û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin