Serokwezîr Barzanî pêswazî li sandeke bilind a Awisturyayê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 6ê Sibatê, pêşwazî li Serokê Beşa Rojhilata Navîn ji Bakurê Afrîka û Başûrê Ewropa Berpirs di Wezareta Derve Awisturyayê Gerold Vollmer û Balyozê Awisturya yê li Iraq û Urdinê Oskar Wustinger kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de guhertin û pêşveçûnên Iraqê, herêmê û pêşvebirina pêwendiyên Awisturyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatine guftûgokirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de, pêwendiyên dostane û dîrokî yên welatê Awisturyayê ligel Herêma Kurdistanê û piştgiriya bo xelkê Kurdistanê bi bîr xist û şanda Awisturyayê jî daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê, bi taybet di warê bazirganî û veberhênanê de nîşan da.
Herwiha çareserkirina pirsgirêka koçberên Kurd li Ewropayê û girîngiya rêgirtina li koçkirina neyasayî, mijareke din a guftûgoyên hevdîtinê de bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin