Serokwezîr Barzanî cara yekem li Hewlêrê pêswazî li sandeke bilind a CHPê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 5ê Îlona 2021ê, pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Gel ya Komarî ya Tirkiyê (CHP) ya bi serokatiya Cîgirê Serokê CHPê Oguz Salici kir.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatin guftûgokirin.
Cîgirê Serokê Partiya Gel a Komarî Oguz Salici, silav û rêza Serokê partiya Kemal Kilîçdaroglu gihandin û xweşhaliya xwe nîşan da ku yekem car e şandeke bilind a Partiya Gel a Komarî serdana Herêma Kurdistanê dike.

Salici got: “Armanca me ji vê serdanê, bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û nîşandana bîr û nerînên Partîya Gel a Komarî derbarê çend pirsên cuda û girîngiya hevbeş de ye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Tirkiye cîran û welatekî girîng ê navçe û cîhanê ye û Herêma Kurdistanê faktoreke aramiyê ye li navçeyê û her dem xwazyar e baştirîn pêwendiyên wê bi Tirkiye re hebin ku welatekî firehnetew, ol û pêkhateyên cuda ye, ev jî nîşaneya dewlemendiya wî welatî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin