Serokwezîr Barzanî bi berpirsên Parêzgeha Hewlêrê re civiya

10 October 2024 18:22 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi berpirsên Parêzgeha Hewlêrê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 10ê Cotmehê serdana avahiya Parêzgeha Hewlêrê kir û bi Parêzger û berpirsên yekîneyên kargêrî yên Hewlêrê re civiya.

Hate ragihandin ku di destpêka civînê de, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw agahiyên li ser kar û çalakî û projeyên xizmetkarî yên sînorê parêzgeha Hewlêrê pêşkêş kir ku bi piştgirî û piştevaniya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatine bicihanîn.

Serokwezîr Barzanî, di civînê de bal kişand ser giringiya pêgeh û taybetmendiya bajarê Hewlêrê wekî paytexta Herêma Kurdistanê û got, plana hikûmetê ji bo zêdetir pêşxistin û avedankirin û avakirina Herêma Kurdistanê bi giştî û Hewlêra paytext bi taybetî heye.

Mesrûr Barzanî, destxweşî li Parêzgerê Hewlêrê û berpirsên yekîneyên kargerî yên parêzgehê ji bo birêvebirina kar û erkên xwe kir û xwest, di hemû astan de xizmetkarî bêne bilindkirin. Serokwezîr Barzanî, berpirsên parêzgahê raspart ku bi awayekî baştir û bê çi cudahî xizmeta welatiyan bikin.