Serokwezîr Barzanî li Hewlêrê Zanîngeha Brîtanî ya Navdewletî vedike

07 September 2024 09:42 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî li Hewlêrê Zanîngeha Brîtanî ya Navdewletî vedike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê li Hewlêrê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanyayê veke.

Merasîma vekirinê îro (7.09.2024) saet di 10:00an de destpê dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 08.12.2024ê di gotara xwe ya li merasîma vekirina bingehê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanyayê de got, “Ez kêfxweş im ku roj bi roj asta xwendinê li Herêma Kurdistanê bilind dibe. Bêguman avakirina navendên zanistî yên bi vî rengî dê bibe alîkar ku asta hişmendiyê zêde bike."

Serokwezîr diyar kir ku zanîngeha ku tê avakirin dê bibe şaxek zanîngehê ku navenda wê li Londonê ye û got, “Hêvîdar im di warê perwerde û zanistî de li Herêma Kurdistanê zêdetir xizmet bê kirin. "Bêguman saziyên zanistî yên bi vî rengî Wê asta hişyarî, zanistî û akademîk bilind bikin."

Serokwezîrê Kurdistanê bal kişand li ser wê yekê ku her zanîngehek li Kurdistanê bi pisporî û derfetên xwe yên di warê xwe de bandoreke erênî li ser civakê dike û tekez jî li ser wê yekê kir ku zanîngeha nû ya ku wê bê avakirin wê di vî warî de şopekê bihêle.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi bîr xist ku hikûmet girîngiyê dide lêkolînên zanistî û diyar kir ku ew ê bênavber di warê perwerdehiyê de pêdiviyên xwe bi cih bînin.