Serokwezîr Barzanî kevirê bingehîn ê projeya herî mezin a ava Hewlêrê datîne
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê 8ê Îlonê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, kevirê bingehîn ê projeya dabînkirina avê ya bilez li Hewlêrê tê danîn.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand ku Serokwezîr Mesrûr barzanî dê kevirê bingehîn ê projeya herî mezin a avê li Hewlêrê datîne.
Biryar e di nava demeke kêm de bi yekcarî pirsgirêka ava Hewlêrê bi temamî bi vê projeyê re were çareserkirin.
Hewramanî li ser naveroka projeyê got: “Ev proje ti pêwendî bi projeya Îfraz (Projeya gihandina avê) re nîne û li zêya mezin (Zap) av ji bo Hewlêrê tê kêşandin û bi rêya kompaniyayên navxweyî kar tên cîbicîkirin, wek projeyeke lez a bi hewarçûn û piştî temambûna wê, rêjeya ava ku digihîje Hewlêrê zêdetirî nîvê wê ava ku niha ji bo welatiyên bajêr tê dabînkirin e.”
Projeya gihandina avê ya bilez bo Hewlêrê dê %100 kêşeya kêmbûna avê li parêzgeha Hewlêrê çareser bike.
Herwiha di projeyê de 2 santralên paqijkirina avê bi şiyana 20 hezar metre sêcar di demjimêrekê de, li gorî standardên Iraqî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî tênê çêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin