Serokwezîr Barzanî wê kevirên bingehîn ên gelek kres û dibistanan deyne

17 September 2024 11:15 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî wê kevirên bingehîn ên gelek kres û dibistanan deyne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê li navçeya Xebat a Hewlêrê bingehê 15 baxçeyên zarokan û dibistanan deyne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya giringîdan û pêşxistina sektora xwendinê de, wê her 28 dibistanên ji heriyê yên li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê bi şêweyekî nûjen ava bike.

Rêveberê Rêveberiya Serbixwe ya Soran Helgurd Şeyh Necib di daxuyaniya xwe ya roja 15.09.2024ê de ragihandibû ku 18 dibistan li navçeya Sîdekan, 8 dibistan li navçeya Mêrgesorê, dibistanek li navçeya Çoman û dibistanek jî li navçeya Rewandizê ne.

Wezîrê Perwerdeya Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd roja 1ê Îlonê ragihandibû ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman daye 300 milyon dînar ji bo nûkirina gelek dibistanên bajarê Koyê were dabînkirin.

Ji Îlona 2024an heta Cotmeha 2024an, ji bo sala nû ya xwendinê ya 2024-2025an 42 baxçeyên zarokan û avahiyên nû yên xwendinê wê bên vekirin û bi vî awayî sîstema duqat li piraniya dibistanên Herêma Kurdistanê ji holê rabe.