Serokwezîr Barzanî li Washingtonê bi nûnerên gelek sazî û rêxistinan re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Washingtonê de li gel nûnerên gelek sazî û dezgehên siyasî, ramanî û lêkolînî civiya.
Do Sêşemê 27.02.2024 li Waşingtonê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel nûnerên hinek navendên siyasî, lêkolîn û hizrî yên Amerîkayê civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de behsa rewşa Kurdistan, Iraq û pêşhatên dawî yên navçeyê kir û tekez kir ku Iraq dewleteke federal e, divê rêz li destûr, prensîbên demokrasî û federaliyê bê girtin û Herêma Kurdistanê jî weke pêkhateyeke destûrî û federalî bê dîtin.
Mesrûr Barzanî bal kişande ser wê yekê ku gelê Kurd ji bo mafên xwe yên rewa û destûrî gelek qurbanî dane û ew amade ne di bin her fişarekê de dest ji mafên xwe berdin û got: “Herêma Kurdistanê dixwaze pirsgirêkên xwe bi hikûmeta federal re di çarçoveya destûra bingehîn de çareser bike."
Di civînê de herwiha li ser pêwîstiya ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê û parastina ewlehî û aramiya navçeyê hat gotûbêjkirin. Serok Barzanî balkişand li ser rewşa navçeyên Kurdistanê û giringiya asayîkirina rewşa wan navçeyan bi cîbicîkirina madeya 140 û rêkeftina Şingalê.
Di dawiyê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bersiva pirsên beşdaran da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin