Trîfa Ezîz li ser serdana Serokwezîr Barzanî ya Washingtonê daxuyanî da
PeyamaKurd – Nûnera Herêma Kurdistanê ya Amerîkayê Trîfa Ezîz ragihand, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Washingtonê, di demeke hestiyar de pêk hatiye û Serokwezîr Barzanî daxwaz ji Washingtonê kiriye ku Herêma Kurdistanê biparêze.
Trîfa Ezîz ji K24ê re diyar kiriye ku Mesrûr Barzanî li Washingtonê ku gelek civînên girîng lê hatin kirin, ji aliyê şandeke bilind ve hat pêşwazîkirin û got, " Gotûbêjên li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelek erênî bûn û piştevaniya Herêma Kurdistanê jî hat dupat kirin.”
Trîfa Ezîz bal kişand ser wê yekê ku Serokwezîr Barzanî daxwaz ji Washingtonê kiriye ku ji ber alozî û êrîşên li herêmê, Herêma Kurdistanê biparêze û got, “Hûn jî dizanin ku li Amerîkayê yasayek derbarê sîstemên berevaniya esmanî de hatiye derxistin, ji ber wê jî pêwîst e bilez dabînkirina vê sîstemê ji bo parastina ne tenê welatiyên herêmê, lê herwiha parastina berjewendiyên zêdetirî 140 ajansên Neteweyên Yekbûyî, dîplomatên navneteweyî û welatên din.”
Trîfa Ezîz amaje bi wê yekê jî kir, ku yek ji mijarên ku di serdana Serokwezîr Barzanî ya Washingtonê de hatiye gotûbêjkirin, "budce" bû û da zanîn ku, “Neşandina budce û mûçeyan ji bo Herêma Kurdistanê bêîstîqrarî çêkiriye, em di wê baweriyê de ne ku Amerîka dikare di vî warî de alîkar be.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Trîfa Ezîz got, mijareke din a civînan jî destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bû ku ev nêzîkî salekê bû hatibû rawestandin û bi milyar dolaran zirar dîtibû. Di vê mijarê de me ji DYAyê alîkarî xwest. Herwiha me daxwaza cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê kir, ku navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li xwe digire.”
Trîfa Ezîz herî dawî diyar kir ku Amerîka dixwaze li Herêma Kurdistanê hikûmeteke bihêz di warê aborî de hebe û got, Mesrûr Barzanî piştrast bûye ku hevkarî wê berdewam be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin