Serbalyozê Gistî yê Amerîkayê serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir
PeyamaKurd – Balyozê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks kir ku dema erka wî bidawî bûye.
Serokwezîr spasiya hewlên Irvin Hicks bo baştirkirina pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir û hêviya serkeftinê di posta xwe ya nû de jê re xwest.
Herwiha Irvin Hicks spasiya Serokwezîr û saziyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku piştgirî û hevkarî kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin