Serokwezîrê Iraqê serdana Amerîkayê dike

17 July 2021 12:03 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê serdana Amerîkayê dike

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Iraqê, di çarçoveya tekezkirina pêwendiyên stratejîk ên Washington û Bexdayê de dicivin.

Li gor Koşka Spî bi daxuyaniyekê diyar kir: “26ê vê mehê, Serokê Amerîkayê Joe Biden dê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bike ji bo tekezkirina li ser pêwendiyên stratejîk ên navbera Washington û Bexdayê.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Serokê Amerîkayê hêvî dike di hemû warên siyasî, aborî û ewlehiyê de pêwendiyên ligel Iraqê zêdetir pêş bikeve, bi taybetî jî di warê rûbirûbûna DAIŞê de.

Do Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Husên Elawî diyar kiribû; serdana Kazimî ji bo Washingtonê li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê ye. Herwiha biryar e Serokwezîrê Iraqê serdana çend welatên Ewropayê jî bike.