Serokwezîrê Iraqê îro serdana Hewlêrê dike

14 March 2022 12:32 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê îro serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd Serokwezîrê Iraqa Federal Mistafa Kazimî, îro 14ê Adara 2022an, bi serokatiya şandeke bilind, serdana Hewlêrê dike û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê pêşwazîkirin.

Şanda bi Kazimî re, ji Wezîrê Navxwe Osman Xanimî, Wezîrê Berevaniyê Cuma Inad û Şêwirmendê Encûmena Niştimanî pêk hatiye û bi awayekî cuda ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dice.

Biryar e Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda pê re, serdana cihên ku ketine ber êrîşa teroristî ya duhî li ser Hewlêrê bikin.

Ev serdan piştî wê tê, duhî berbangê 12 mûşekên Ballistic li navçeyên Hewlêrê û nêzîkî avahiya sereke ya Kurdistan24ê ketin û di encamê de du kes birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin derketin. Supaya Pasdarên Îranê jî ew êrîş girte ser xwe.